[Kurmanji/Kurmanci] 5 nêrînên geş ji bo hêvşandina ênêrgîyayê û drav li mala we

5 bright ideas for saving energy and money in your home
Publisher: 
Department of the Environment and Energy
Date: 
September 2018

Ji ber bilind bûna nirx, gelek ji me dixwezin rêyên li mal kêm kirina xercê ênêrgîyayê bibînin. Besa baş ew e, wekî gelek tiştên sade, belaş hene, ku tu niha dikarî bikî. Bi kar anîna çendekan ji van nêrînan û bi guhastina hinek edetên her roj, bêyî ku xweşîya xwe bikî cangorî, tu dikarî drav bihêvşînî û alî jîngehê bikî.

  1. Bi kar anîna ava germ kêm bike

    Ava germ e sebebê 25 selefê xercê ênêrgîyayê. Şûştina cilan di ava sar de û bendê mayîna heta cilşo tijî bibe, derdanşoyê tenê hingê bi kar bîne, gava tijî ye, bi kêm kar anîna ava serşoê û kurt kirina dema serşoyê, dikevin nav rêyên kêm kirnê xercê ênêrgîayê.

  2. Bijartina îcatên êfêktîv

    Îcatên malê dikarin wek yek sêanîya xercê ênêrgîyayê hildin nav xwe. Eger hûn sarînc, qerimok, têlêvîzîon, cilşok, ziha kira cilan, derdanşo yan konîsyonêrê dikirin, Nîşana Rada Ênêrgîyayê binhêrin—Çiqwas stêrk pir bin, ewqas xercê ênêrgîyayê wê kêm be. Modêlên stêrkpir dikarin hinekî biha bin, lê eger hûn yên arzane ku ênêrgîyayê zêde xerc dikin, bikirin, ew yek dikare di demeke dirêj de ser we hê giran rûnê.

  3. Bi zanebûn kar anîna îcata

    Ênêrgîya ku mikrowav, têlêvîzîon û îcatên qumar lîstinê bi kar tînin, dikare bigihîje sedî 10 xercê ênêrgîya we. Eger ronkaya biçûk, yan sihet hebe—ew jî ênêrgîyayê xerc dikin. Xerc wê kêm bibe, eger hûn dema wan îcata bikar naynin, êlêktrîka wan qut bikin, sarînc û qerimokên zêde derxin û cilên xwe bêyî makîna ziha kirinê ziha bikin.

  4. Germ kirin û sar kirina êfêktîv

    Bi bilind kirina her derecekê, ya germ kirin, yan sar kirinê, xerc kirina ênêrgîyayê dor 5 heta 10 selefa zêde dibe. Ji bo xerc bin çavdêrîya te de be, bifikire, wekî têrmostata germ kirinê, dema zivistanê ser 18–20°C be, ya sar kirinê jî, dema havînê, ser 25–27°C. Tu dikarî ênêrgîyayê hê baş bi kar bînî, eger derîyên hundur bigrî û tenê wan jûra germ yan sar bikî, ku tu bi kar tînî.

  5. Ji hişkayê parastina mala te

    Ji hişkayê parastina malan, arzantirîn û hêsantirîn rêye, ku mala xwe xweş xweyîkî û xercê germ kirin û sar kirinê heta çarêkekî kêm bikî. Tijî kirina qelşên dor derîyan, binî, pencera û bi kar anîna xîzge tijî kirinê, yan jî qumaşê hişkayî rawestandinê, bi hilbijartina rêyên 'bi xwe bike'.

Dixwezî zêde bizanibî û zêde bihêvşînî?

Gelek teherên kêrhatî, ku dikarin xercê ênêrgîyayê, gelşê, avê û rêwîtîyê kêm bikin, usan jî malûmatyên ser alîkarya hukumatê hûn dikarin li malpera Înglîsî energy.gov.au bibînin.